Li Îngîlîstan, Skoçya û Gallerê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Îngîlîstan, Skoçya û Gallerê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Îngîlîstan, Skoçya û Gallerê çalakiyên ji bo Kobanê
Kurdistaniyên li welatên Îngîlîstan, Skoçya û Gallerê dijîn, dawiya vê hefteyê ji bo Kobanê li qadan bûn. Kurdistaniyan li bajarên Îngîlîstan London, Cambridge, Leicester, Porsmouth, Norwich, Nottinghan û Sheffieldê û bajarê Cardiff ê Gallerê û bajarê Edingburg a Skoçyayê, ji bo balê bikişînin ser rewşa Kobanê çalakî li dar xistin.
LONDON
Kurdistaniyên li Londonê îro jî çalakî li dar xistin. Piştî mitînga girseyî ya ku roja Şemiyê li ber parlamentoyê pêk hat û 10 hezar kes beşdar bûn, roja Yekşemê jî li qadan bûn. Bi sedan kesên li qada Trafalgarê li hev kom bûn, ber bi parlamentoyê ve meşiyan. Di axaftinên li ber parlamentoyê hatin kirin, ji bo Kobanê banga çalakiya lezgîn hate kirin.
Di saetên danê êvarê de jî komeke ciwan li qada Picadilly Circus li hev kom bûn û çalakiya Flahsmob li dar xistin. Di çalakiyê de bi dehan ciwan xwe avêtin erdê û bi qasî nîv saetê bi awayekî bê liv û tevger li erdê dirêjkirî man. Di axaftinên bi megafonê hatin kirin de bal kişandin ser rewşa Kobanê û ji raya giştî ya navneteweyî hate xwestin ku destekê bidin.
CAMBRIDGE
Li bajarê Cambridgeyê jî bi sedan Kurdistanî li ber avahiya dîrokî Guildhallê li hev kom bûn û di çalakiyê de dirûşmayên “Li dijî DAIŞ bibin yek”, “Xwedî li Kobanê derkevin”, “Bimire DAIŞ” qîriyan. Di çalakiyê de belavokên der barê rewşa Kobanê de hatin belavkirin û banga alîkariya ji bo Kurdan hate kirin.
NOTTINGHAM
Kurdistaniyên li bajarê Nottinghamê jî li hev civiyan û li navenda bajêr dest bi meşekê kirin. Meş heta ber avahiya BBC berdewam dkir. Kurdistaniyan li ber avahiya BBC çalakiya rûniştinê li dar xistin û alên DAIŞ’ê şewitandin û dirûşmayên “Terorîst DAIŞ” qîriyan.
GALLER
Li Cardiffa Gallerê jî, Kurdistaniyan li ser pira Severnê çalakiya rûniştinê li dar xistin û kêliyekê rêya M4 li trafîkê girtin. Ji ber çalakiyê gelek wesayît li pey hev rawestiyan û çalakî di çapemeniya Îngîlîzan de ciheke berfireh girt. Piştî çalakiya rûniştinê, daxuyaniyek hate dayin. Bang li raya giştî ya navneteweyî û dewleta Îngîlîstanê hate kirin ku li hemberî Kobanê bêxem nemîne.
SKOÇYA
Li paytexta Skoçya Edinburghê jî çalakiya ji bo Kobanê hebû. Derdora 250 Kurdistanî li qada Prensese Streetê li hev kom bûn û çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û belavokên der barê rewşa Kobanê de hatin belavkirin. Piştre jî çalakî li stasyona trenê berdewam kir.
Li aliyekê çalakiyên ji bo Kobanê li girava Brîtanyayê berdewam dikin, li aliyekî din jî Platforma Hêzên Demokratîk a Brîtanyayê biryar da ku her roj li qada Trafalgarê saet di 17.00 de çalakî li dar bixin.