BI DÎMEN

Li Îngilîstan, Îtalya û Qibrisê çalakî dewam dikin

Li bajarên Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, dewam dikin.

Li bajarên Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, dewam dikin.

LONDON

Li paytexta Îngilîstan Londonê, komkujiyên AKP li Cizîr û tevahiya Bakurê Kurdistanê dike, bi çalakiya 'xeleka ji mirovan' hat şermezarkirin.

Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, bi sedan kes li ber Serokwezaretiya Îngilîstanê li hev civiyan û dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de çalakgeran bi destê hev kirin û xelekek ji sedan metreyî ya ji mirovan çêkirin.

Girseya gel ji ber avahiya Serokwezaretiyê ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Gelek polîs bi çalakgeran re meşiyan û helîkopterê jî ji jorê ve dîmenê çalakgeran kişand. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn. Piştî meşê li Meydana Pîcadîlly daxuyaniyek hat dayîn û li ser komkujiyên wehşî yên dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, agahî hat dayîn. Çalakgeran bang li hikûmeta Brîtanyayê kirin, ku destekê nede dewleta Tirk.

FÎRENZE

Li bajarê Îtalya Fîrenzeyê, komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, hatin protestokirin. Kurd û dostên wan îro ketin hundirê avahiya televîzyona dewletê RAI û li ser komploya li hemberê Rêberê Gelê Kurd, tecrîdê û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin agahî dan. Çalakgeran bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin kirin û banga hişyariyê kirin. Rayedaran jî diyar kirin ku bala wan wê li ser mijarê be û bi çalakgeran re hevpeyvîn kirin.

BOLOGNA

Li bajarê Îtalya Bolognayê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, li hev civiyan. Di çalakiya li Meydana Mezin de dirûşmên "Ji ocalan re azadî, ji Kurdistanê azadî" hatin qîrîn û alên PKK'ê hatin hildan.

PLANSAZIYA ÇALAKIYAN A LI ÎTALYAYÊ

Plansaziya çalakiyên li Îtalyayê jî bi vî rengî ye:

14'ê SIBATÊ

Roma, Kolseyo Meydana, 15.00
Grosetto, Meydana Stasyonê, 16.00

15'Ê SIBATÊ

Mîlano, Meydana Kodarno, 15.30
Torîno, Meydana Kastello, 10.00."

QIBRIS

Kurd û dostên wan ên li Qibrisê dijîn, li hemberî komploya navneteweyî û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, meşeke dirêj pêk anîn. Di meşê de AKP hat protestokirin û banga hişyarî û baldariyê li raya giştî hat kirin.