Li Îdirê 2 astsûbayên bazirganên mirovan hatin girtin
Li Îdirê 2 astsûbayên bazirganên mirovan hatin girtin
Li Îdirê 2 astsûbayên bazirganên mirovan hatin girtin
Li Îdirê, 2 astsûbayên ji bo fûhûşê bazirganiya mirovan dikir, hatin girtin.
Astsûbayên bi navê O.Î. û Î.O.Ç. yên di operasyona muduriyeta emniyetê ya Îdirê ya li navenda bajêr û bajarokê Meleklî de hatin binçavkirin, bi sûcdariya "rêxistin ava kirin, navbeynkarî ji fûhûşê re kirine û bertil xwariye" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Di operasyona 8'ê Gulana sala 2013'an de ji 64 kesên hatin binçavkirin 17 jê piştî îfadeyên wan li emniyetê hatibûn berdan û 36 jinên ji Azerbaycan, Îran, Gurcîstan û Kirgizîstanê yên bi zorê pê fûhûş dihat kirin, hatibûn dersînorkirin.
Ji 11 kesên radestî edliyê hatibûn kirin jî 7 jê hatibûn girtin û 2 jê astsûbay û 4 xebatkarên dewletê, ji bo serbest bê darizandin, hatibûn berdan. Di çarçoveya fermandar Serdozgeriya Komarê de astsûbay O.Î. û Î.O.Ç duh ji nû ve hatibûn binçavkirin.