Li Hondurasê rojnamevanên muxalif hate perçekirin û avêtin ber tîmsehan

Li Hondurasê rojnamevanên muxalif hate perçekirin û avêtin ber tîmsehan

Li welatê biçûk yê Amerîka Navîn Hondurasê piştî derbeya leşkerî ya 28’ê Hezîrana 2009’an heya niha, di nava 4 salên borî de, rejimê 32 rojnamevanên muxalif qetilkirin.

Rojnamevanên Swêdî Dick Emanuelsson ku demek dirêje li Kolombiyayê jiyan dike û bûyerên li Amerîka Latîn rû didin, ji rayagiştî ya Swêdê re radigihîne, di makala xwe ya di Rojnameya “Flamman” aşkera kir ku, Rojnamevanên muxalif Anîbal Barrow ku di Globo TV de weke çêkerê programa dixebitî biawayek hovane hatiye qetilkirin.

Barrow ku bi tekoşîna li dijî cûntaya leşkerî dihate naskirin, programên ku rejimê rexne dike, bê usûlî û gendeliyê rexne dike çêdikir. Barrowê ku dema diçû mala xwe ji aliyê 8 kesan ve hate revandin ew demek ku agahî jê nedihatin girtin. Yek ji qatilên Barrow deme ku sîm karta telefona Barrow diguhere û telefonê elerim lêxist, polîs ketin tevgerê û 5 kesên tevlî cînayetê bûne hatin girtin.

Li gorî îtîrafên kesekê hatî girtin, qatilan Barrow bi êşkenceyê kuştiye, hewildane bedena wî bişewitînin, lê dema ku nekarîn vê pêkbînin, laşê wî perçe perçe kirine û avêtine ber tîmsehan. Di dema lêgerînê de tenê karîn gewdeyê wî bibînin. Perçeyên din ên laşê wî nedîtin.

Îtîrafkar da diyarkirin ku, kesekê li Hondurasê tê naskirin ji bo em Barrow bikujin qasî 12 hezar Euro pereyê Hondurasê da me. Dozgeriyê jî nepeniya vê lêpirsînê hincet nîşanda û got, yê ev cînayete daye kirin wê navê wî aşkera nekin.

5 roj beriya ku bê zanîn Barrow hatiye qetilkirin, çêkerê programa binavê “Li dijî gendelvana lêdana qemçiyê” Marî Castro di Globo TV de hate weşandin bikuştinê gef lê xwaribûn. Beriya ku Anîbal Barrow jî beriya ku bê revandin, hate tesbît kirin ku ji heman reqem telefonê gef lê hatine kirin. Di SMS’a ji Castro re şandî gotinên weke “Tiştên bi serê hempîşeyê we ê biçûk hatin dê biserê we jî bê. Hûn çeteyî sextekar û bêşermin, dara ku fêkî nede tê birîn” cih girtin.

Castroyê gef lê hatin xwarin jî weke Barrowê li dijî cûntayê endamê “Partiya Azadî û Ji Nû Ve Avakirinê” (Lîbre) muxaliftî dikir. Lîbre ji aliyê Serok Dewletê berê yê bi cûntaya leşkerî ji peywirê hate dûrxistin hatiye avakirin.

Piştî ku cûntayê dest danî ser rêveberiyê û şûn ve, li Hondurasê gendelî û kuştin zêde bûn. Li welatê ku şêniya wê 9 milyone, her roj derdora 20 kesan tên qetilkirin. Piştî ku derket holê Barrow bi hovane hate qetilkirin, tê diyarkirin ku li gelek deveran xwepêşandanên protestoyî çêbûn û Unesco jî di nav de gelek dezgehan cînayet protesto kir.

Rojnamevanê Swêdî Dick Emanuelsson bertek nîşanda ku, li Hondurasê gelek rojnamevan têne qetilkirin û di çapemeniya cîhanê de cihê xwe nagire. Her wiha rexne li Rojnamevanên Sinor Nenaskir ku “binpêkirinên azadiya çapemeniyê” ên li Kûba, Venezuella, Ekvador, Bolîvya û Nîkaraguayê dixe rojevê lê rojnamevanên li Hondurasê tên qetilkirin nake rojev.