Li Hollandayê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Îro li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li pêşiya parlementoyê ji saet 13.00’an heta saet 17.00’an çalakiya bi kon hate lidarxistin.

Kurdistaniyan kon vedan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên TJK û YPG’ê hildan. Di çalakiya bi kon de têkildarî tecrîda li ser Ocalan agahdarî hate kirin û afîş hate belavkirin. Di heman demê de gotinên bi Îngîlîzî û Hollendî di defterên biçûk de hatin belavkirin ên ku ji pirtûkên Ocalan hatibûn stendin.

Çalakî bi sloganên ‘Tirkiyeya faşîst, Erdoganê dîktator’ û ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Azadî ji bo Ocalan û aştî ji bo Kurdistan’ hate berzkirin.