Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistanî ya Hollanda (DEM-NED), li bajarê Den Haag a Hollanda 5’emîn kongreya xwe li dar xist. Bi sedan Kurdistanî tevlî kongreya li Navenda Civaka Demokratîk hatî li darxistin bûn. Di kongreya ku xebatên sala borî hatîn nirxandin de, ji aliyê rêvebera dîwanê ve rapora pêvajoya borî hat xwendin. Di kongreyê de ji endamên komîteya piştgiriya ji Efrînê re Paûl Terlunen û Leo Jansen axivîn û diyar kirin ku wê li gel wan bin yên ku tekoşînê ji bo azadiya jinê û mirovatiyê dikin. Di hilbijartina piştî nirxandinan hatî kirin de hevserokên pêvajoya nû ya DEM-NED’ê hatin hilbijartin.
BIEL
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK-S) bi kongreya xwe ya li bajarê Bîel a Siwîsreyê li dar xistî, rêveberiya xdwe ya pêvajoya nû hilbijart.
Kongreya ku bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan a li lokala NCDK’ê hatî li darxistin, bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê hat destpêkirin. Piştî hilbijartina dîwanê, nirxandin li ser dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê û rojeva dawî ya siyasetê hat kirin. Rapora xebata pêvajoyê û rapora aborî hat xwendin û nirxandin.
Komîsyonên rêxistin, têkiliyên derve, komele, edalet, malbatên şehîdan, çand û ciwanan hatin ava kirin. Meclîsa ji 27 kesî pêk tê hat damezirandin û hevserok hatin hilbijartin. Di hilbijartina hatî kirin de Agir Duruk û Cefa Ayik ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.
Kongre bi dirûşmeya 'Bijî berxwedana Efrînê' bi dawî bû.
NAV-BELÊ JÎ KONGREYA XWE YA 7’EMÎN LI DAR XIST
NAV-BEL a ku li Belçîkayê xebatên xwe dike, kongreya xwe ya 7’emîn li dar xist.
Di kongreyê de ji Komîteya Hevgirtinê ya Rojava Ellyn Van Reûsel û ji Partiya Sosyalîst Erîc Byl axivîn.
Di kongreyê de piştî ku rapora xebatê hate xwendin û nirxandin; hevserok û endamên komîteya dîsîplîn û venihêrtinê hatin hilbijartin.
Kongre bi sloganan bi dawî bû.