Li Holanda û Fransayê çalakiyê piştevaniya Rojava

Li Holanda û Fransayê çalakiyê piştevaniya Rojava

Êrîşên komên çete ên girêdayî Artêşa Azad û El Qaîdeyê ên li ser Rojava li Holanda û Fransayê hatin şermezar kirin. Di çalakiyên ku balkişande ser komkujiyên komên çete li gundên Helebê pêkanîne û bang li her kesê kir ku, xwedî li gelê Rojava ên li hemberî hemû cûre êrîşan xwe diparêzin derbikevin.

Li Rojava êrîşên komên çete ên girêdayî Artêşa Azad, Dewleta Îslamî-Biladî Şam/Eniya El Nusra didomin, Kurdên li Ewropayê jî jiyan dikin li dijî êrîşên li ser Kurdan û ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakî û kampanyayên xwe zêde kirin.

JI HOLANDAYÊ RE BANGA ‘LI HEMBER KOMKUJIYÊ BÊDENG NEMÎNE’

Di çalakiya ku li bajarê Den Haag yê Holandayê pêkhatî de, bi zimanek tund komkujiya ku komên çete ên girêdayî El Nusrayê li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên ser bi navçeya Sefîre ya Helebê li hember kurdên sivîl pêkanî şermezar kirin.

Çalakiya ku di bin pankarta ‘Holanda nebe temaşevanê komkujiyê, alîkariya Kurdan bike’ pêkhat, rêxistinên çepgir-şoreşger ên Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiyê û zêdetirî 250 Kurdistanî û Tirkiyeyî tevlîbûn. Çalakiya ku li Parka Doguş di demjimêr 22:00’an de pêkhat nêzî nîv demjimêrê dom kir. Di çalakiyê de alên KCK, PYD û PKK, her wiha dowîz û pankartên komkujiyê şermezar dikin hatin hilgirtin. Di çalakiya ku bênavber sloganên piştgiriya gelê Rojava û YPG’ê dikin hatin qîrîn, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de balkişande ser ku, komên çete ên girêdayî El Qaîdeyê li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên ser bi navçeya Sefîre ya Helebê zêdetirî 70 kurdên sivîl qetilkirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li mizgeftan fetwayên tecawiz û komkujiya kurdan têne kirin. Di daxuyaniyê de nelet li çeteyan hate kirin û hêzên li hemberî komkujiyan bêdeng dimînin şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Holanda hate kirin ku, li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne.

Weke din di çalakiyê de bang li hemû welatparêz û derdorên şoreşger-demokrat hate kirin ku, 11’ê Tebaxê ji bo Rojava bên gel hev.

JI BO SIVÎLÊN KU ÇETEYAN QETILKIRÎN MEWLÎD HATE DAYÎN

Li bajarê Rennes yê Fransayê jî ji bo sivîlên ji aliyê komên çete ve hatine qetilkirin mewlîd hate dayîn. Bi sedan kes tevlî mewlîda li Komeleya Çanda Kurdan ya Amarayê ya li Rennesê hate dayîn bûn.

Piştî mewlîda bikurdî û fitarê, axaftinên ku bal kişandin ser komkujî û êrîşên komên çete ên Rojava hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku, di meha Remezanê ku di alema Îslamê de pîroze, komên çete li ser navê ol li Rojava li hember gel êrîşên dij-mirovî pêktînin. Balkişande ser fetwayên komkujiya ên di mizgeftan de komên çete didin û hate gotin ku, “Hêzên navnetewî ên ku dibêjin em misilmanin û piştgiriyê didin komên çeteyan, bêy ku bêjin ev zarok û jine gelê me qetil dikin. Li hemberî kê dibin alî? Li hember gelekî Misilman. Niha li wir ji bo navê Kurdan tune bikin, çi hebe dikin, talanê dikin, îmhayê dikin di nava hemû hewildanên tunekirinê de ne.”

 Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku, gelê Rojava li hemberî gef, êrîş û komkujiyan berxwedanekî pîroz dide meşandin û her wiha parastina şer ya ku hêzên YPG’ê li hember komên çete dide meşandin jî hate silav kirin. Weke din di mewlîdê de hate gotin ku, bitaybet Kurdên li Ewropa jiyan dikin pêwîste ji êrîşên li ser Kurdên Rojava bêje bese, herwiha ji bo dawî li bêdengiya navnetewî were çalak bikevin nava xebatê û bang hate kirin ku, biawayek bihêz tevlî kampanya alîkariyê ya ji aliyê Heyva Sor ve hatî destpêkirin bibin.