Li Hindistanê wehşeta tecawiza komî ya nû
Li Hindistanê wehşeta tecawiza komî ya nû
Li Hindistanê wehşeta tecawiza komî ya nû
Li bajarê Bombay a Hindistanê jina wênekêş rastî tecawiza komî hat û hevserê wê jî rastî lêdana tund hat. Vê êrîşê, bûyera tecawiza komî ya ku di 2012’an de welat tevlihev kir bibîrxist.
Li gorî agahiyên polîsan li Bombay, jineke ku bi hevserê xwe re ji bo kovarê wêneyên avahiyên kevn dikişand, rastî êrîşa pênc kesî hat. Polîsê ku navê xwe veneşart, diyar kir ku êrîşkaran destpêkê hevserê jinê girêdaye û li cihekî bêdeng yê taxê tecawzê jina bi navê Shaktî Mîlls kirine.
Jina ciwan ya li nexweşxaneyê kirin bin tedawiyê, hat diyar kirin ku di navê du tecawîzkaran gotiye. Polîsan got bersûc hatine lêpirsînkirin, lê nehatine girtin.
Di meha qanûna borî de jineke ciwan ya 23 salî li Yenî Delhî rastî êrîşa 5 kesan hatibû û piştre hatibû avêtin. Hevalê vê jinê lêdan xwaribû û jina ciwan li nexweşxaneyê nehatibû rizgarkirin.
Ev bûyer li welat rastî bertekên mezin hatibûn. Bi rojan çalakî pêk hatin û hat xwestin ku qanûn bên girankirin.