Li Hindistanê li ser rêya perestgehê îzdiham

Li Hindistanê li ser rêya perestgehê îzdiham

Li eyaleta Madya Paradeş a Hindistanê, li ser pireke nêzî perestgeha Ratangarh a li bajarê Datîa îzdiham rû da û di encamê de 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Dema Hindûyên ku ji bo serdana perestgeha Ratangarh a li bajarê Datîa di ser pireke Çemê Sîndh de derbas dibûn, îzdihamê rû da û li gorî agahiyên destpêkê 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarekî polîsan da xuyakirin ku dibe ku hejmara miriyan bigihêje 100'î. Rayedar diyar kir ku sed kes jî birîndar bin.

Şahidên bûyerê dan xuyakirin ku gelek kes di dema îzdihamê de di bin piyan de man û gelek ji wan jî di nava avê de fetisîn.

Hat ragihandin ku li ser gotina, 'dê pir hilweşe' îzdihamê rû daye. Li gorî hin çavkaniyan jî, ji ber destwerdana polîsan a bi ço ya ji bo kontrolkirina girseyê, îzdihamê rû daye. Par jî di îzdihamên mîna vê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn.