Li Hîldesheîmê standa boykotê hate danîn

Li bajarê Hîldesheîmê ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan standa agahdarkirinê hate danîn.

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan standa agahdarkirinê hate danîn. Çalakî ji aliyê Komuna Jinê ya Şehîd Meryem ve hate organîzekirin û bi sedan belavok hatin belavkirin. Endamên Meclîsa Hîldesheîmê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û ciwanên ku li ber dêra St. Jakobî li hev civiyan, ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkan bang kirin.

Ji endamên Komuna Jinê ya Şehîd Meryem Hayat Donma, Xeco Baydak, Hedî Donma, Xeco Gonen û Eyşê Bariş li qada çalakiyê axivîn. Qisekeran gotin, "Neçin Tirkiyeyê, malên Tirkan nekirin. Di hilbijartina pêşwext de dengê xwe bidin HDP'ê. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan."