Li Hîldesheîmê kon hat vedan
Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, kon veda û çalakî lidar xist.
Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, kon veda û çalakî lidar xist.
Kon li ber Dêra Jakobî ya li navenda bajêr hat vedan û hat xwestin, cihê lidarketina civîna alîkariya însanî bê guhertin, ku Neteweyên Yekbûyî dixwaze li Stenbolê pêk bîne. Ji bo guhertina vî cihî zêdeyî 300 îmze hatin komkirin. Der barê vê çalakiyê de Fadil Dolma daxuyaniyek da û diyar kir, ev civîna Neteweyên Yekbûyî li Stenbolê pêk bîne wê ji aliyê Erdogan û hikûmeta AKP'ê ve bê bikaranîn. Dolma ragihand, ew ê îmzeyên hatine komkirin bidin Neteweyên Yekbûyî.
Li vê derê, der barê rewşa dawî ya li Kurdistanê de jî agahî ji raya giştî re hat dayîn û ji tûrîstan hat xwestin ku neçin Tirkiyeyê. Çalakgeran her wiha êrîşên AKP'ê yên li hemberî parlamenterên HDP'ê, ku di bin navê pêşniyara 'rakirina destnedanê' de dike, şermezar kirin.