Li Hesekê êrîşa xwekujî

Çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebarkirî re êrîşî benda kontrolê ya hêzên rejîma Baasê kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebarkirî re êrîşî benda kontrolê ya hêzên rejîma Baasê kirin. 

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê, saet derdora 10.50’an de çeteyekî bi wesayîta bombebarkirî êrîşî benda kontrolê ya hêzên rejîmê ya li ber navenda ceyranê ya başûrê bajêr kir. 

Benda kontrolê li ser rêya pêşiya Hesekê ya ji aliyê bajarê Dêra Zorê ye û nêzî girtîgeha zarokan e. Di encama teqîna bombeyê de kuştî û birîndarên hêzên rejîmê çêbûn, lê der barê hejmarê de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.