Li Hesekê du çete bi saxî hatin girtin

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava diyar kir ku di êrîşa bombeyî ya li Hesekê de, 5 çete hatine kuştin û 2 jî bi saxî hatine girtin.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava diyar kir ku di êrîşa bombeyî ya li Hesekê de, 5 çete hatine kuştin û 2 jî bi saxî hatine girtin. Rêveberiya Asayîşê destnîşan kir ku di êrîşên de endameke Asayîşa jinan jiyana xwe ji dest daye.

Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê der barê mijarê de daxuyaniyak niviskî weşand. Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Asayîşa Rojava hate weşandin de hate diyarkirin ku Navenda Lêkolîn û Pêkanînên Çandiniyê ya li Taxa Nasra ya Hesekê ku berê weke navenda Asayîşa Jinan dihat bikaranîn, îro di saetên sibehê de rastî êrîşeke çeteyan hatiye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên Asayîşê êrîş bêbandor kiriye û 5 çeteyên întîharî kuştine, cenazeyên her 5’an jî ketine destê hêzên Asayîşê û 2 jî bi saxî hatine girtin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama bersivdayînê û pevçûna ku hatiye jiyandin de endama Asayîşa Jinan a Hesekê Ruhşan Elî Ehmed jiyana xwe ji dest daye û 2 endamên Asayîşê jî bi sivikî birîndar bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Ruhşan hate xwestin û wiha hate gotin: “Em wekî Asayîşa Rojava bi rêzdarî berxwedana hêzên xwe silav dikin û em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em ji hemû pêkhateyên bajar re teyîd dikin ku em ê bi israr parastina herêm û gundê xwe bikin. Di hemû şert û mercan de em ê bersiva hemû êrîşan bidin û koka terorê di herêmên xwe de tine bikin.ˮ