Li herêmên gerîla tevgera balafirên şer û keşfê
Li herêmên gerîla tevgera balafirên şer û keşfê
Li herêmên gerîla tevgera balafirên şer û keşfê
Balafirên şer ên artêşa Tirk 3’ê Mijdarê li herêma Metîna û îro jî li herêma Garê û Heftenîn ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyan. Her wiha balafirên bêmirov jî li herêmên Zap û Metîna geriyan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (NRÇ HPG), diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 3’yê Mijdarê saet di navbera 17:45-18:30’an de li herêma Avaşîn a girêdayî herêmên Parastinê yên Medya û saet 21.00’ê jî li herêma Metîna geriyane.
NRÇ HPG da xuyakirin ku 4’ê Mijdarê (îro) saet 10:00’an li Heftanîn, saet 14:30’an jî li Garê tevgereke zêde ya balafirên şer pêk hatiye.
NRÇ HPG destnîşan kir ku di 3-4’ê Mijdarê de jî balafirên bê mirov ên artêşa Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya bi armanca keşfê geriyane.
NRÇ HPG da xuyakirin ku li herêma Zapê jî 3’ê Mijdarê saet 16.00’an balafirên bê mirov ku dest bi keşfê kirin, îro heta saet 04.30, li herêma Metîna jî di navbera saet di navbera 01:00 û 03:00’an de geriyane.
LI ŞAXÊ JÎ KEŞF
NRÇ HPG, da xuyakirin ku 3’yê Mijdarê saet ji 18:00’an heta 4’ê Mijdarê saet 06:00 balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li qada Kato Xelîla ya girêdayî navçeya Şax a Wanê geriyane.