Li herêmên gerîla pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê berdewam dikin

Li herêmên gerîla pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê berdewam dikin

35. salvegera damezrandina PKK’ê bi merasîmên pîrozbahiyê ku li Herêmên Parastina Medya dewam dikin.

Ji pîrozbahiyekî li herêmekî gerîlayan Endama Serokatiya Konseya Giştî a KCK’ê Sozdar Avesta, Zaxo Zagros li gel ji Fermandarên HPG’ê Rizgar Ersî, Hezil Ozgur û Cuma Cudî tevlî bûn.

Sozdar Avesta ku di merasîma leşkerî a hate çêkirin de axivî bi boneya 35. Salvegera damezrandina PKK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir, di kesayeta Hakki Karer, Sakine Cansiz û hemû şervanên ku di tekoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîranîn û got ku: “Ev roja dayikên wanên ku êş kêşane pîroz be.”

Avesta diyar kir ku damezrandina PKK’ê zindîbûna gelê kurde û wiha berdewam kir: “Tekoşîna azadiya ya ku di bin rêveberiya Abdullah Ocalan de destpê kiriye hemû polîtikayên înkar û îmhayên yên li dijî gelê kurd vale derxistiye.

PKK di pêvajoya tûnebûna gelê kurd de derket û rûhek da vî gelî. Armanc û rêbazên tekoşîna gelê kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn bû mînak.”

PKK’Ê BAWERIYA CEWHERÎ DA GELÊ KURD

Piştî merasîma leşkerî Endama Serokatiya Konseya Giştî a KCK’ê Zaxo Zagros cîvînek li dar xist.

Zagros diyar kir ku PKK’ê gelê kurd ji xewekî kûr şiyar kiriye û wiha berdewam kir: “PKK’ê pêvajoyekî paşverotî, axatî pêş dixist sekinand, çand û felsefeyekî civakî afirand. Em hizêza xwe parastina kurdan bigrîn heya fikirîn û çandî gihiştiye astekî pir pêş. Destkeftiyên şoreşa Rojava mînakekî herî baş a vê rojê ye. Şoreşa Rojava xweseriya xwe îlan kir. Ev jî wêna dide nîşan ku kurdan bi PKK’ê baweriya bi xwe qazanc kirine û gehiştine asta ku her êrişa li ser wan çêbibe vala derbixînin.”

Zagros ku bal kişande ser konseptên li hember kurdan çêdibin û di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku AKP girêdayî pêvajoyê bê biryar tevdigere.

Zagros ku bal kişande ser rola jinê di PKK’ê de wiha got: “Çanda wekhevî ku PKK’ê di qada civakî de afirandiye û şoreşa jinê di destxistina azadiyên xwe de perspektîfekî giring jêre pêşkêş kiriye.”

Civîna gerîla bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe!” bi dawî bû. Gerîlayan pîrozbahî bi şano, mûzîk û girtina govendê berdewam kirin.