Li herêma santrala nuklerê ya Îranê erdhej
Li herêma santrala nuklerê ya Îranê erdhej
Li herêma santrala nuklerê ya Îranê erdhej
Li Îranê li herêma Bûşeyr ya tesîsên nukler lê heyî, erdhejekî pêla wê 6.2 rû da.
Di derbarê windahiya can û mal de agahî nehatin girtin, hate ragihandin ku gelek yekîneyên lêgerîn-rizgarkirinê veguhestin herêmê. Bajar û gundên Bakûrê KUrdistanê yên cîranê herêmê ne jî erdhej hîs kirin.
Îran li ser xetên sîsmîk yên fayê ye. Li welat gelek erdhejên mezin çêbûne. Di salên dawî de erdheja herî mezin li bajarê Bam yê dikeve başûrê welat di Kanûna 2003’an de rû da. Di vê erdhejê de 31 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, bi wateyek din sedê 25’ê şêniya bajar nema.