Li herêma Marmarayê kedkar daketin qadan
Kedkar li Edîrne, Kocaelî, Tekîrdag û Çanakkaleyê daketin qadan, 1’ê Gulanê bi coş pîroz kirin.
Kedkar li Edîrne, Kocaelî, Tekîrdag û Çanakkaleyê daketin qadan, 1’ê Gulanê bi coş pîroz kirin.
Kedkar li Edîrne, Kocaelî, Tekîrdag û Çanakkaleyê daketin qadan, 1’ê Gulanê bi coş pîroz kirin.
EDÎRNE
Li Edîrneyê di pêşengtiya saziyên sivîl û rêxistinên kedê de 1'ê Gulanê li Kolana Saraçlar hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de HDP, CHP, Rêxistina Hezîranê, EMEP, KP, Kolektîf û parêzerên Baroya Edîrneyê cih giritn. Li ser navê rêxistinên kedê Berdevkê Herêma Trakyayê yê DÎSK'ê Arîf Kutay axaftinek kir û ev tişt gotin: "Xebatkar û karkerên Tirkiyeyê bi erzanî dixebitin, di şertên bêewle de dixebitin, ev jî têrê nake, di kar de jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2015'an de hezar û 730 karkerên hevalên me jiyana xwe ji dest dan."
KOCAELÎ
Bi minasebeta 1'ê Gulanê rêxitinên kedê yên wekî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê li Parka Sabrî Yalim hatin gel hev û heta Bazara Pênçşemê meş pêk anîn. Di meşê de Halkevlerî, rêxistinên LGBT’î, Kolektîfên xwendekaran, Rêxistina Hezîranê, Platforma Jinên Kocaeliyê, CHP û Komeleya Dersimiyên Kocaeliyê jî tê de cih girtin. Qada ku ji hêla bi hezaran kesî ve hat dagiritn, li ser navê DÎSK'ê Serokê Genel Îşê Vedat Kuçuk axivî û diyar kir ku kesên koletiyê bispêre kedkaran wê winda bike û eşkere kir ku ew ê bi ruhê 1'ê Gulanê bi ser kevin.
Li ser navê KESK'ê Serokê Şaxa Egîtîm Senê Suca Omurca axivî û ev tişt got: "Êdî şideta li dijî jinê asayî tê dîtin, zarok bi destê AKP'ê tên tacîzkirin, pirsgirêka Kurd ji bêçareseriyê re hatiye hiştin, heta ev polîtîkayên AKP'ê berdewam bikin, em 1'ê Gulanê ne."
Piştî axaftinan mitîng bi stranên hunermendan berdewam kir.
TEKÎRDAG
Di pîrozbahiyên li navçeya Çorlû ya Tekîrdagê de HDP, ESP, EMEP, Egîtîm Sen, FKF, Rêxistina Hezîranê û CHP beşdar bûn. Mitînga li ber Îtfayeya Kevin dest pê kir, bi axaftinan berdewam kir. Karkeran di mitîngê de daxwazên xwe anîn ziman.
ÇANAKKALE
Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên Çanakkaleyê ji hêla Turk-Îşê ve hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyên li Bazara Sêşemê hatin lidarxistin de, karkeran mafên xwe xwestin.