Li herêma Derya Reş lehî rabû: 2 kes mirin
Li herêma Derya Reş, li hin navçeyên Kastamonû, Samsûn, Sînop û Amasyayê lehî rabû. Du kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li herêma Derya Reş, li hin navçeyên Kastamonû, Samsûn, Sînop û Amasyayê lehî rabû. Du kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber barana zêde li hin navçeyên Amasya, Sînop, Samsûn û Kastamonûyê lehî rabû.
Li navçeya Bozkûrt a Kastamonûyê av bi ser çem ve fûriyan û gelek mal û kargeh li ber avê ketin.
Êvara Yekşemê li navçeya Ladîk a Samsûnê kesek li ber avê ket û jiyana xwe ji dest da.
Li nêzî gundê Kizilkişlacak a navenda Amasyayê jî wesayitek li ber avê ket, ji 2 kesên tê de bûn, cenazeyê kesekî hate dîtin.
Li navçeyên Ladîk, Atakûm, Îlkadim, Canîk û Tekkoy ên Samsûnê, navçeyên Ayancik û Turkelî yên Sînopê, linavçeyên Înebolû û Bozkûrt ên Kastamonûyê ji ber lehiyê dibistan ketin betlaneyê.