Li hemberî Yenî Ozgur Polîtikayê qedexeya neqanûnî
Derket holê ku qedexeya xwegihandina malpera înternetê ya Yenî Ozgur Polîtîkayê, li Tirkiyeyê ev 7.5 sal in bi awayekî nehiqûqî berdewam dike.
Derket holê ku qedexeya xwegihandina malpera înternetê ya Yenî Ozgur Polîtîkayê, li Tirkiyeyê ev 7.5 sal in bi awayekî nehiqûqî berdewam dike.
Derket holê ku qedexeya xwegihandina malpera înternetê ya Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ya Tirkiyeyê pêk aniye, derqanûnî ye. Biryara qedexeyê ya di 2008’an de ji bo mehekê hatibû girtin, ev 7,5 sal in bi awayekî nehiqûqî di meriyetê de ye. Yenî Ozgur Polîtîkayê li dijî daraza Tirk dest bi têkoşîna hiqûqî kir.
Derket holê ku qedexeya xwegihandina malpera înternetê ya Yenî Ozgur Polîtîkayê, li Tirkiyeyê ev 7.5 sal e bi awayekî bêhiqûqî berdewam dike. Di 2008’an de ji bo mehekê biryar hatibû girtin û bi salane ev biryar didome. Li dijî vê îtîraza hat kirin, hat qebûlkirin. Parêzerê Yenî Ozgur Polîtîkayê Ramazan Demîr, da zanîn ku qedexeya mijara gotinê ye, bê hiqûq e. Midûrê Giştî yê Yenî Ozgur Polîtîkayê Ahmet Yucedag got: “Rojnameya me ya têkiliya xwe bi gel re qut nekir, ji vir şûnde jî wê rastiyan bigihîne xwendevanên xwe.”
Tirkiyeya di aliyê azadiya fikr û ramanê de xwedî sîcîlek xerab e, bi desthilatdariya AKP’ê re dîsa ket dema zextxwariyê ya salên 90’î. Rojnameger hatin girtin, cezakirin û qetilkirin. Bi mirinê hatin tehdîdkirin. Rojnamegerên rexne kirin jî ji kar hatin avêtin. Rastî tazmînatên giran ên dewletê hatin. Gelek rojnameger ji korîdorên edliyeyê derneketin.
TIRKIYE DIREVE REKORÊ
Di 3’ê Gulanê roja azadiya çapemeniya cîhanê de Freedom Hause raporek aşkera kir û li gorî raporê li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê her diçe şûnde dike û di alyê şûndeketinê de welatê 3’yemîn e. Ev jî para Erdogan ê çapemenî û rojnamegeran bi aşkera tehdîd dike, nîşan dide. Cemiyeta Parastina Rojnamegeran (CPJ) jî diyar kir ku Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeheke vekiriye. Vê tabloyê bandor li ser rapora 2014’an DMME’ê kir. Tirkiye hat mahkumkirin. Nîvê cezayên DMME’yê ji Tirkiyeyê re hatin.
Li gorî rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Tirkiye di nav 180 welatî de di rêza 149’ê de cih girt. Sedema vê jî ev e, mudaxalekirina AKP’ê ya li çapemeniya civakî, qedexeya weşanê û sansura sîber bû. Li gorî raporên ÎHD-TÎHV’ê di 2012’an de qedexe di 22 hezarî de, di 2013’an de di 35 hezarî de û di 2014’an jî bûye 61 hezarî.
SANSURÊ XWE GIHAND SIRGÛNÊ
Di dema AKP’ê de ji van qedexeyan rojnameya me jî nesîbê xwe girt. Ji ser navnîşanên http://www.yeniozgürpolitika.com û http://www.yeniozgurpolitika.org yên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ya navenda wê li Elmanyayê û di 2006’an de hatiye avakirin, weşan bi biryara dadgehê hat rawestandin. Parêzerê rojnameyê Ramazan Demîr ji bo qedexe rabe serlêdan kir û bi rewşek skandal re hat rû hev. Derket holê ku qedexekirina weşanê ji bo mehekê bûye, lê ev 7 sal e bi awayekî keyfî ev didome.
ROJ TV JÎ HEYE
Bi biryara 13. Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya 23’ê Çileyê 2008’an, Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re serlêdan kir û bi navnîşanên Yenî Ozgur Polîtîkayê re, navnîşanên http://www.roj.tv û weşana Serxwebun htttp://www.serxwebun.org û http://www.serxwebun.com yên aydê Roj Tv jî hatin astengkirin.
QEDEXE JI BO CIVAKA DEMOKRATÎK E
Dadgehê di biryara xwe de îfadeya ‘Ji bo meşandina jiyana civakî ya demokratîk, ewlehiya neteweyî û pergala cemawerî, ji bo parastina yekbûna welat û neteweyê’ bikaranî.
BIRYARA MEHEKÊ
Dadgehê li gorî xalên 26/2 û 28/2 yên Destura Bingehîn a TC, xalên 6/2- 7/2 ya Qanûna Têkoşîna bi Teorê re ya Hejmar 3713’an û Qanûna Çapemeniyê ya hejmar 5187’an biryar da ku ev malper mehekê bên girtin.
BI ENDAMÊN RÊXISTINÊ RE DIKIN NAVA TÊKILIYÊ
Di biryarê de hat gotin ku di serî de wêne û daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yên endamên PKK’ê tên weşandin, lîngên malperê tên dayîn. Her wiha hat îdia kirin ku bi endamên rêxistinê re li ser malperan hevdîtinan dikin.
Di biryara dadgehê de astengiyek têkildarî www.yeniozgürpolitika.com de tê destnîşankirin. Ji ber karekterên Tirkî yên bi navê Domaîn nehatine bikaranî, TÎB’ê jî gotiye behsa vê dikin û biryar ji bo www.yeniozgurpolitika.com pêk aniye. Yanî di fermiyetê de ji bo www.yeniozgurpolitika.com biryarek astengiyê tine.
BIRYAR HAT RAKIRIN
Parêzerê ronameya me Ramazan Demîr di 23’ê Hezîranê de ji bo îtîrazê serî li 13. Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê da. Xwest ev bêhiqûqiya 7.5 salan biqede. Dadgehê biryar da ku ev qedexe bê rakirin.
Parêzer Ramazan Demîr biryara qedexeyê nirxand û diyar kir ku biryar bêhiquqiyek mezine û got: “Biryareke keyfî li holê heye. Ev biryar di 2008’an de ji bo mehekê hatibû dayîn. Lê mixabin ev 7.5 sale didome. Dadgerê biryar daye, yek ji dadgerrên Ergenekonê Koksal Şengune. Êdî ne li ser peywirê ye. Ev biryara mînak herî keyfî ya li dijî gelê Kurde.
Ramazan da zanîn ku ev biryara keyfî ya 7.5 sale berdewam dike, di esasê de beyî ku ti gilîkirin û serlêdan bê kirin, divê dozgerî û TÎB’ê rabikira û got: “Lê ev 7 sale didome. Emê hem gilî bikin û hem jî li doza tezmînatê li dewletê vekin.”
TÊKILIYA ME BI WELAT QUT NEBÛ
Midûrê Giştî yê Yenî Ozgur Polîtîkayê Ahmet Yucedag jî got AKP ya ku dixwaze tirsekî biafirîne, diaxwaze azadiya fikr û ramanê bike bin zextan û asteng bike. Yucedag wiha berdewam kir: “Lê ev hewldaneke vala ye. Çapemeniya Azad îdiaya xwe ya bibe dengê rastiyê her tim parastiye. Ji vir şûnde jî wê di heman xetê de bidomîne. Yenî Ozgur Polîtîka ya li surguniyê weşanê dike, ti car têkiliya xwe bi welat re qût nekir.”
Yucedag destnîşan kir ku pêkanîna vê biryara ku 7 sale bêhiqûq tê meşandin, kaila nêrîna dewleta Tirk ya li çapemeniya Kurde û ev hinceta qexedeyê ji zûde vala hatiye derxistinê.
TÊKOŞÎNA ME YA HIQÛQÎ WÊ BIDOME
Derhênerê Weşana ROJ TV’ê Amed Dîcle jî got zextên dewleta Tirk a li ser çapemeniya azad wek kevneşopiyekî hîna berdewam dike û got ji roja ku ROJ TV hatiye avakirinê heta niha rastî zextên dewleta Tirk hatine û got: “Li Danîmarka û Tirkiyeyê bi dehan doz li televîzyona me hatin vekirin. Emê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin.
Piştî dadgeha îtîrazê qebûl bike divê Serokatiya Ragîhandina Telekomunikasyonê (TÎB) qedexeyê rake. Parêzer Ramazan Demîr got ji bilî Stenbolê li Enqereyê jî dozek hatiye vekiri û ji bo biryar rabe wê hewldanan bidin destpêkirin.