Li hemberî qetlîam û tecrîdê ber bi Newrozê ve...

Li bajarên Kurdistanê ji bo pîrozbahiyên Newrozê amadekarî bi dawî bûn.

Komîteyan Amadekar li hemberî êrîşên dagirker ên li dijî Efrînê gel vexwend Newrozê.

AMED

Li Amedê amadekariyên pîrozbahiya Newroza 21’ê Adarê ya bi şîara “Newroz berxwedan e, li dijî Faşîzmê Bihara Gelan e” ku wê roja Çarşemê pêk were, bi hemû leza xwe berdewam dikin. Hevseroka Partiya Demokratîk Gelan (HDP) a Amedê Filiz Buluttekin û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Naşide Toprak, diyar kirin ku di rojeva Newroza wan a îsal de Efrîn heye û bang li gel kirin ku beşdarî Newrozê bibin.

Buluttekîn, da zanîn ku niha di gelê Kurd de hêrseke mezin heye û wiha bi dawî ki: “Êdî gel tije bûye. Gelê me wê bi hêrs û kîna xwe dakevin qadên Newrozê. Em dixwazin ji hemû navçe û bajarên derdora Amedê gel bên beşdarî Newroza Amedê bibin. Gelê me birêxistin kiriye. Dizanin ku ev pêvajo çiqasî girîng e. Li dijî faşîzmê em ê di Parka Newrozê de bersivek mezin bidin.”

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşide Toprak jî, diyar kir ku di Newrozê de wê rojeva wan a bingehîn Efrîn be û wiha axivî: “Em di Newrozê de OHAL’ê, qedexeyên heyî, kincên yek tîpî û tecrîta li ser Ocalan şermezar û lanet bikin. Em bal bikişînin ser tecrîta li ser Ocalan. Îro pêdiviya herî mezin bi peyamên Ocalan hene. Ji ber vê divê tecrît bi dawî bibe.”

Toprak, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Öztürk û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Türk beşdarî Newrozê bibin. Ji ber êrîşên li ser Efrînê wate û girîngiya vê Newrozê pir zêde ye. Em li bendê ne ku bi sedhezaran kes werin qada Newrozê. Di vê çarçoveyê de em gelê xwe vedixwînin Newrozê û ji niha de Newroza wan pîroz dikin.”

DÎLOK

Gelê Dîlokê xwe ji bo Newrozê amade dike û wê di Newrozê de peyama berxwedanê bide Efrînê.

Amadekariyên Newroza Dîlokê bi coşek mezin berdewam dike. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Müslüm Kılınç, diyar kir ku wan berî heftiyekê dest bi xebatên xwe kirin û wiha got: “Bi sedan kesî re me xebatên xwe yên taxan bi rê ve birin. Di vê Newrozê de wê gel çavtirsandinê li ser xwe biavêje. Em li bendê ne hemû gelê me di qadên Newrozê de cih bigirin.”

Newroza Dîlokê dê di 21’ê Adarê roja Çarşemê li Parka Otobusan di saet 10’an de dest pê bike

EDENE

Li Edeneyê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin. Tê payîn ku herî kêm wê 40 hezar kes tev li pîrozbahiya Newrozê bibe û wê agirê Newroza îsal ji bo Efrînê bê vêxistin. Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Mehmet Yaşik got: “Eger beşdarbûyîneke xurt çêbibe, wê pîrozbahiya Newrozê bibe şewqvedana Efrînê.”

Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Mahsun Erig ku Komîteya Amadekar a Newrozê de cih digire, diyar kir ku wê îsal jî gel li gor wate û girîngiya Newrozê tev li pîrozbahiyan bibe. Erig destnîşan kir ku wê di Newrozê de peyama wan a herî girîng dawîlêanîna şerê li Efrînê be û got: “Em ê li dijî zilmê sekneke cidî nîşan bidin. Gelê me li ser vî asasî amadekariyên Newrozê dike.” Erig bi lêv kir ku ew dixwazin di Newrozê de vê peyamê ragihînin gelan û kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin ku ev şer ne şerê Kurd û Tirkan e, ev ne pevçûna di navbera birayan de ye.

Hevserokê DBP’a Edeneyê Mehmet Yaşik jî got: “Gelê Kurd ew gel e ku di salên 90’î yên herî zor û zehmet de Newroz pîroz kiriye. Gel bi heyecaneke mezin li benda Newrozê ye. Bi nêzbûna Newrozê re li taxan liv û tevgerînek xwe daye der. Hedefa me ew e ku herî kêm bi 40 hezar kesî Newrozê pîroz bikin.” Yaşik îtifaqa AKP-MHP’ê û şerê li Efrînê bi bîr xist û got: “Newroz ew roj e ku divê Kurd di vê rojê de bên gel hev.”

STENBOL

Li Stenbolê Newroz ew ê di 21’ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bi şîara ‘Newroz berxwedan e, li hemberî faşîzmê bihara gelan e’ ew ê were pîrozkirin. Ji niha ve li navçeyan heyecana Newrozê heye. Gel li Başakşehirê hate ba hev û agirê Newrozê dada. Girseyê di pîrozbahiyê de slogana ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ berz kir.