‘Li hemberî qetilkirinên jinan em ê mil bi mil rawestin’

‘Li hemberî qetilkirinên jinan em ê mil bi mil rawestin’

Platforma, ‘Em ê qetilkirinên jinan rawestînin’ bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Tundiya li hember Jinê ji Beyoglû Tûnel heta Galatasaray meşiyan. Jinan di meşê de xwestin Peymana Stenbolê bê pêkanîn û bang kirin ku li hemberî qetilkirinên jinan wê mil bi mil rawestin.

Platforma ‘Em ê qetilkirinê jinan rawestînin’ ku li Tûnel hatin gel hev, bi minasebeta 25’ê Mijdarê heta Qada Galatasaray meşiyan. Jinên ku tevahiya meşê dirûşm qîr kirin, xwestin beyannameya ji 4 xalan a konferansa bi navê, “Qetilkirinên Jinan û Rêya Çareseriyê” bi lez bê pêkanîn.

LI DIJÎ AKP’Ê JIN MIL BI MIL LI VIR IN

Li Qada Galatasaray axaftina destpêkê ji aliyê xwişka Muhterem Goçmen a hat qetilkirin, Çîgdem Elçî ve hat kirin. Elçî got, “Îro li hemberî AKP’ê jinan mil dane hev û qad tijî kirine.”

QETILKIRINÊN JINAN DI 7 SALAN DE JI SEDÎ 400 ZÊDE BÛN

Parlamentera CHP’ê Bînnaz Toprak jî anî ziman ku, êdî hatine merheleya gotin bi dawî dibe û her roja diçe jin hê zêdetir tên qetilkirin. Bînnaz got, “Li gor daneyên Wezareta Edaletê di 7 salên dawî de qetilkirinên jinan ji sedi 400 zêde bûne.”  Toprak da xuyakirin ku wê roja Sêşemê li meclîsê li dijî qetilkirinên jinan komîsyonek bê avakirin."

JI BO XANEDANTIYÊ KU MÎNA AVÊ PEREYAN XERC DIKE JIN DIMIRIN

Li ser navê jinên DÎP’ê Ece Ertan xwest bi lez 4 xalên di beyannameya konferansa jinan de cih digirin bikevin pratîkê.

Seroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Uzun jî bi gotina, “Ji bo xanedantiyê ku mîna avê pereyan xerc dike, jin dimirin” bang li Serokkomar Erdogan kir.

Seroka Giştî ya HTKP’ê Yelda Koçak xwest Peymana Stenbolê ne li ser kaxezê di pratîkê de pêk were. Koçak got, “Em ê qetilkirinên jinan rawestînin AKP’ê hilweşînin.” Herî dawî berdevka platforma ‘Em ê qetilkirinên jinan rawestînin’ Gûlsûm Kav axivî. Kav da xuyakirin ku, li hemberî qetilkirinên jinan bi dehan caran rêyên çareseriyê qîr kirine, lê êdî sebra wan nemaye.

4 XALAN BILEZ PÊK BÎNIN

Piştî axaftinan li ser navê platformê Dîlek İsmaîloglu daxuyanî xwend. İsmaîloglu, 4 xalên beyannameya konferansa “Qetilkirinên jinan û rêyên çareseriyê” bibîr xist û xal wiha rêz kir.

"1- Pêwîst e Qanûna Parastinê ya hejmar 6284 bê pêkanîn, divê tevahî astengiyên burokratîk ên li hember parastina jinê bên rakirin,

2- Divê ji qatilên jinan re ceza neyê daxistin, divê li sedemên kêmkirinê negerin, cezayên ku wan ji qetilkirinên wiha dûr bixin bên dayin,

3- Divê alîkariya malî bidin jinê ku rastî tundiyê tên, ji bo parastina jinan divê bûtçe bê veqetandin,

4- Pêwîst e Tirkiyeya Peymana Stenbolê mor kiriye ku gelek mafan dide jinan bilez pêk bîne,

 Îsmaîloglu heri dawî got, “Em ê jin timî li gel hev bin, em ê AKP’ê paşde bixin û qetilkirinên jinan rawestînin.”