Li hemberî girtiyên siyasî kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê

Hate ragihandin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a li Amedê serdegirtin li koxûşan hatiye kirin û kiryarên binpêkirina rûmeta mirovahiyê li girtiyan hatiye kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tên ragirtin di hevdîtina bi malbatên xwe re de gotibûn ku bi ser qawîşên wan de hatiye girtin û gef li wan hatiye xwarin. Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî piştî serlêdana malbatan çûn serdana girtîgehê.

Girtiyan da zanîn ku di bin navê “lêgerînê” de bi ser qawîşên wan de tê girtin û gardiyan alavên wan belav dikin. Girtiyan, da zanîn ku gardiyan sepanên “rabe-rûnÊ”, “dest û milên xwe veke” û “sola xwe derxîne” li wan ferz dikin. Di heman demê hat gotin ku piştî girtina kamerayan, gef li wan hatiye xwarin.

Parêzerên OHD’î ev agahî parve kirin: “Pirtûkên ku ji hêla girtîgehê ve hatine kontrolkirin û piştre dabûn girtiyan, hatine desteserkirin. Li gel vê, her wiha lênûskên ku girtiyan ji pirtûkên cuda beş jê nivîsandibûn û ji bo xebatên çîrok-romanan amade kirin jî hatine desteserkirin. Bi heman awayî ser hucreyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn de jî girtine, bi awayekî fîzîkî mudaxile li wan hatiye kirin û bi awayekî derhiqûqî heta demekî dirêj li erdê dirêjkirî hatine ragirtin.”