Li hemberî Can Dundar êrîşa çekdarî
Li hemberî Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar li ber Edliyeya Stenbolê êrîşa çekdarî pêk hat. Hate ragihandin ku rewşa Dundar baş e û rojnameger birîndar bû û êrîşkar hat binçavkirin.

Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar dema ji ber nûçeya TIR'ên MÎT'ê dihat darizandin di dema heyeta dadgehê ji bo biryarê navber dayê, dema li ber edliyeyê daxuyanî dida rastî êrîşa çekdarî hat. Kesê êrîş Dundar kirî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî êrîşê Dundar daxuyanî da û wiha got: "Ez baş im. Ev der Tirkiyeye. Ez nizanim êrîşkar kî ye.Lê tenê em dizanin kî em kirin hedef."
Nûçegihanê NTV'ê Yagiz Şenkal di dema bûyerê de li wir bû û geşedan wiha ragihandin: "Ez bi Can Dundar re dimeşiyam. Kesek hat û gule berdan ber piyê wî. 2-3 caran gule berdan. Pirsgirêke tuneye û rewşa Can Dundar jî baş e."