Li Helsînkîyê panela perwedehî û mijarên Jineolojiyê hate lidarxistin

Li paytexta Helsenkî ya Fînlandiyayê, rêxistinên Komelegay Jinanî Azadî Rojhelatî Kurdistan (KJAR) panêl û perwerdehiyê ya bi beşdariya piranî jinên Rojhilatê Kurdistan û jinên ji bajarên Helsenkî û Tûrkûye ya 2 rojan li dar xistibû, bi dawî bû.

Li paytexta Helsenkî ya Fînlandiyayê, rêxistinên Komelegay Jinanî Azadî Rojhelatî Kurdistan (KJAR) panêl bi mijarên panlê û perwerde li ser dîroka jin, dîroka têkoşîna azadîya jina Kurd, jineolojî, pirsên azadîya jin, mêr û civakê bûn. Mijaran ji aliyê Nazê Viyan Endama komîteya Finlandiya ya KJARê û rojnamevan Necîbe Qeredaxî hatin pêşkeşkirin.

Di panelê de hate diyarkirin ku mijara dîroka jinê û jineolojî ji mijarên balkêş bûn kû bûn sedema gotûbêjên berfireh û cara yekemîn bû kû li ser van mijaran perwerde ji bo jinan werin dayîn. Jinan zêdetir li ser sedemên widakirina jinan di dîrokê de û têkoşîna ji nû ve bi destanîna vê statûya jinê bû bi taybet li ser têkoşîna jina Kurd û zehmetyên kû hevrû maye giftûgo hatin kirin. Li ser dîroka nivîskî û dîroka kû nehatîye nivîsîn hate diyarkirin kû têkoşîna azadîya jina kû bi mîrasa dîrokî ya berxwedana jin û bi taybet 200 salên dawî ya tevgerên fêmînist û têkoşîn û destnîşankirina kêmasîyên wan, bûne sedema pêşketina jina Kurd û jinên Kurd wê dîrokê ji nû ve dinvîsin.

Her wiha di panelê de beşdaran li ser nêzîkayetîya ne hevseng di navberê jin û mêr da rawestîyan û rexnekirin kû mêr pirsê azadî weke pirsa xwe nabîne û xwe azad dibîne. Weke astengîyan pêşîya azadî civakê, helwêsta kevneşopya jinê û nêrsalarîya mêr weke astengî serek hatin dîtin. Ji bo rakirina wan astengîyan îdeolojîya rizgarîya jinê û pirensîpên vê îdeolojîyê kû Rêberî Gelî Kurdî Abdullah Ocalan pêşxistîye weke tekane rêya azadîyê hate dîtin. Ji bo pêkanîna vê îdeolojîyê pêşxistina têkoşîna jinên Kurd hatin bi bîranîn û qala dîroka qehremanîyên jinan di têkoşîna azadîya Kurdistanê hatkirin.

 

Di panêlê de yek ji karên bilez û dîrokî werê kirin zêdekirina hewildana ji bo perwerdekirina ciwanan bi taybet jinên ciwan yên di navberê dû çandan de asê mane, xeteriyê xemsarîya li hember asmlasyonê hatkirin di bin navê sistema entegrasoynê de û hate daxwazkirin kû divê pêşeg şaşîtiyên xwe di vî warî de berçavan re derbaz bikin û hewildanên ji bo çareserkirinê zêdetir bikin.

Herî dawî hat gotin ku di vê perwedeya 2 rojan de pêdivîya xwe birêxstin kirina jinan wek pêdivîya herî girîng hate destgirtin û weke çavkanîya îlhama vê rêxstinbûnê şoreşa Rojava û berxwedana Bakurê Kurdistanê, weke şoreş nava şoreşê de hate nirxandin.

Jinan kû ji her çar başên Kurdistanê û jinên fêminist ya Tirk jî beşdar bûn daxwazkirin kû zêdetir agahî bi jinan li ser mijara jineolojî werê dayîn û bi taybet jî jinên Fînlendî, ji bo wî jî di dawîya perwerdeyê de weke komîteya dîplomasîya jinê wê mijara jineolojî dema pêş de bibin mijara hevpar ya jinên Kurd û Fînlendîyan, ji bo wî jî xebat werê pêşxistin.

...