Li Helsînkiyê darbeya AKP/Qesrê hate protestokirin
Operasyonên qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê ya li ser HDP’ê li paytexta Fînlandiya Helsînkî hatin şermezarkirin.
ANF
HELSENKÎ
şemî, 5 sermawezê 2016, 21:07
Kurdistanî û dostên wan ku duh jî çalakiyek li dar xistibû îro jî daketin kolanan.
Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga Komeleya Çanda Kurd a Fînlandiya û baskên ciwanan ên sosyalîst û çepgir ên Fînlandiya hatin cem hev, diyar kirin, ti teror û zext û zordarî wê nikaribe wan bipirnisîne.
Kurd û ciwanên sosyalîst û çepgir ên Fînlandiyayî tevlê çalakiya şermezarkirina bûbûn, di mîtîngê de axivîn û gotin, zilm û zordarî û terora AKP-Erdogan a li ser Kurdan û nûnerên wan wê bi çalakiyên ‘’dest li vîna min nede’’ û birêxistinbûnê wê bi dawî bibe û ew ê ‘’teqez bi ser bikevin’’
Di dawiya mîtîngê de bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’’, ‘’HDP vîna min e dest lê nede’, ‘Li dijî faşîzmê em mil bi mil bin’’û‘’DAIŞ Erdogan e’’ ber bi navenda bajêr ve meşiyan.