Li Helsinki’ê damezrandina PKK’ê bi şahiyekê hat pîroz kirin

Li Helsinki’ê damezrandina PKK’ê bi şahiyekê hat pîroz kirin

Kurdistaniyên ku li paytexta Finlandiyayê Helsinki’ê dijîn, 35. salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê pîroz kirin. Bi sedan kesên ku tevlî şahiya duh hate li darxistin bûn, 35. salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekî mezin pîroz kirin.

Pîrozbahiyên 35. Salvegera damezrandina PKK’ê dewam dikin. Duh li paytextê Fînlaniyayê Helsinki’ê şahiyek hat li darxistin.

Di şahiyê de li ser navê Meclisa Gel a Finlandiya cihan Garzan axivî. Gerzan ku behsa sedemê damezrandin û felsefeya PKK’ê kir, diyar kir ku PKK hêzekî ku  ji tûnebûnê destpê kir û îro bûye îradeya bi milyonan kesiye.

Gerzan ku diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû şoreşgerên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, rastiya PKK’ê a ku tekoşînê dike ji bo Kurdan û gelên kedkar destkeftiyên mezin çêkiriye.

Garzan ku şoreşa Rojava jî silav kir wiha got: “PKK û bi teybet jî Rêber Apo di şoreşa rojava kedekî wan a pir mezin heye. Tekoşîna li Bakurê Kurdistanê dikare bi şoreşa Rojava re mezin bibe û ji bo vê yekê pêwiste pirensîba bihevere tevgerkirina Kurdan bingeh bê girtin.”

Di şahiya ku li ser hev dirûşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” ku hatin avêtin, li ser navê PJAK’ê jî axaftinek hat kirin. Axaftvan ku damezrandina PKK’ê silav kir, diyar kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja diçe li Rojhilatê Kurdistanê di bin rêveberiya PJAK’ê de pêş dikeve.

Di şahiyê de li gel hunermendên xwecî jî Dilşad, Nuarin û Murat Kuçukavci jî derketin ser dîkê. Şahî ku bi govend û dirûşman bi dawî bû, zarokê 7 salî bi navê Zagros Yagmur ku li malê li gel dayika xwe pasteyên çêkirî, ji bo zarokên li Rojava firotin.