Li Helkînsîya paytexta Fînlandiyayê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê bi awayekî hovene hatin qetilkirin mewlud hat dayîn.
Mewlik li Mizgefta Şêx Seîdê Pîran hat dayîn û di nava wan de zarok, jin û ji hemû baweriyan kes hebûn bi sedan kes tevli bûn.
Ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistanê fatîhe hat xwendin û pişt re mewludê dest pê kir. Meleyê Mizgeftê Mele Nurî axaftinek kir. Mele Nurî diyar kir ku ew dê bi hêzeke mezin xwedî li mîrateya şehîdên Kurdistanê derkevin.
Mele Nurî da zanîn ku ew li hemberî maneviyata şehîdan bejna xwe ditewînin û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin.
Mele Nurî wiha got : “Di şexsê 3 siyasetmedarên kurd em vê mewlidê ji bo hemû şehîdên Kurdistanê re didin. Ev mewlud ket heftey welîdinê ya Hz Muhamet û ji ber vê yekê ev watedare. Hz Muhamed hêza têkoşîna gelên mazlum bû.”
Piştî axaftinan ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez mewlud hat xwendin û dua hat kirin.