Li Helebê di encama teqîna ku duh li Zanîngeha Helebê rû da 82 kesî jiyana xwe ji dest dan û 160 birîndar hene.
Li Helebê di Zanîngeha Helebê de teqînek di roja yekem ji ezmûnan pêk hat, derbarê mijarê de, li gorî agahiyên di ajansa Firaspressê de cih girtine 82 kesî jiyana xwe ji dest dan û 160 birîndar hene.
Çavkaniyên nexweşxaneyê de diyar kirin ku hehmara kuştiyan dibe ku zêde bibe ji ber ku rewşa gelek birîndaran dijwar e.
Ajansa Sana ya Sûriyeyê jî diyar kir ku komeke “terorist” ji Herêma Yermûk du bombe avêtin Zanîngeha Helebê, di encamêde bi dehan welatî jiyana xwe ji dest da û gelek ziyana aborî li derdorê bû.