Li Helebê şerê rejîmê û komên çete dijwar dibe
Li Helebê şerê rejîmê û komên çete dijwar dibe
Li Helebê şerê rejîmê û komên çete dijwar dibe
Hate ragihadin ku balafirên rêjîma Baas derdora balafirgeha Helebê û cihê Tugaya 80 ya rejîmê ku niha di destê komên girêdayî DAIŞ, Tugaya El-Tewhîd û Tugaya Mihemed El-Fatih de ye, bombebaran dike. Li gorî agahiyan hêzên rêjîmê devereke berfireh ji cihê Tugaya 80 xistiye bin kontrola xwe.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, balafirên rêjîmê herêma derdora balafirgehê û cihê Tugaya 80 (Tugaya parastina balafirgehê) ku beriya niha bi salekê komên çekdar dest danîbûn ser bombebaran kirin.
Heman çavkaniyan dan zanîn li derdora balafirgehê pevçûnên dijwar diqewin û heta niha 15 endamên DAIŞ’ê û komêndin hatine kuştin. Hate gotin ku hêzên rejîmê jî windahî dane û 3 tangên wan hatinerûxandin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên rêjîmê vê sibê piştî pevçûnên dijwar devereke berfireh ji erdê Tugaya 80 bi dest xwe xistiye.
Hate ragihandin ku li Taxa Saxor ya Helebê jî rêjîm hêza xwe xurt dike.
Li aliyêdin hate gotin ku hêzên rêjîmê li navçeya Sifîrê jî navendên DAIŞ, Tugaya El-Tewhîd û Tugaya Mihemed El-Fatih bi çekên giran topbaran dike.