Li Helebê MGRK û ENKS civiyan
Li Helebê MGRK û ENKS civiyan
Li Helebê MGRK û ENKS civiyan
Li bajarê Helebê MGRK û ENKS’ê civînek hevbeş lidar xistin û geşedanên dawî nirxandin. Di civînê de hate destnîşan kirin ku, destê Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê di komkujiya Kurdan de heye.
Li bajarê Helebê Meclisa Gelê Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmana Niştimanî a Kurd li Sûriyeyê (ENKS) civînek hevbeş lidar xistin. Di civînê de geşedanê dawî li Sûriyeyê û êrîşên komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra li ser Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin.
Nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Partiya Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Yekîtî a Demokrata Kurd li Sûriyeyê (YKÎTÎ), Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Elpartî) baskê Nesredîn Îbrahîm, endamê rêvebirya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, endamê Dîwana (MGRK) Nûredîn Elî û endamê Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Desteya Bilind a Kurd Mehdî Elî, beşdarî civînê bûn. Beşdarên civînê diyar kirin ku, komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra kiriyarên hovane û dûrî hemû pîvan û exlaqên mirovahiyê li ser gelê Kurd pêk tînin. Li ber çavên civaka navnetewî û ya Îslamî gelê Kurd li Til Hasil û Til Eranê tên qirkirin
Di civînê de hate destnîşan kirin ku, hêzên opozisyona Sûriyê yên Koalîsyona Netewî di komkujiya gelê Kurd de tewanbare. Nûnerên herdu meclîsan bûyera qetilkirina têkoşerê Kurd Îsa Hiso jî şermezar kirin.
Di civînê de her wiha rewşa xizmetên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî hatin nirxandin.