Li Helebê kurdek hate revandin û îşkence kirin
Li Helebê kurdek hate revandin û îşkence kirin
Li Helebê kurdek hate revandin û îşkence kirin
Li bajarê Heleb yê Sûriyeyê Kurdê binavê Îbrahîm Xelîl Elî, ji aliyê koma binavê Xalid Heyanî ku xwe weke muxalifa rejimê dide nasîn hate revandin û îşkence kirin.
Li bajarê Helebê ku ji destpêka şoreşê ve şer û pevçûn lê zêde bûne, komên çete jî her ku diçe zêdetir dibin. Ev komên ku hêza xwe ji derve digirin û navê Artêşa Azad li xwe dikin, bi pêkanînên xwe yên wekî, dizî, talan, kuştin û hwd. bûne tirsa gelên herêmê. Yek ji van koman jî koma girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî ye. Ev koma ku li Taxa Seken El-Şebabî bicih bûye, welatiyan digire û talanê dike. Ji ber ku ev tax li ser riya Heleb û Efrînê ye hemû welatî jî neçarin ku di vir de derbaz bibin, lewre rastî pêkanînên dijmirovahiyê yên vê komê tên.
Piştî êrîşên rejîma Baasê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku di 29’ê Adarê de destpê kirin, gelek welatiyan jî ji neçarî koçî bajarên Efrîn û Kobanê kirin. Di dema koçkirinê de koma Xalid Heyanî, rêya penaberan girt û xerac ji wan stand. Her wiha ciwanên ku temenê wan di navbera 18 û 20’an de ye, bi hinceta ku leşkerên rejîmê ne girtin.
LI 50 KESAN ÎŞKENCE HATE KIRIN
Piştî vê pêkanînê derket holê ku heman komê li dijî welatiyan hovîtiyên din jî pêk anîne. Li gorî agahiyên ku welatiyên rastî van pêkanînan hatine, 50 kes ji aliyê vê komê ve hatine girtin û îşkenceya hovane li wan hatiye kirin.
Yek ji Kurdê ku rastî vê hovîtiyê hatiye Îbrahîm Xelîl ê 54 salî ye. Xelîl rastî îşkenceyek pir hovane hatiye û laşê wî hemû reş û şîn bûye. Xelîl da diyarkirin ku, koma Xalid Heyanî di 3’ê Nîsanê de ew girtin û 3 rojan xistine zîndanê. Xelîl destnîşan kir ku, di van 3 rojan de bi awayekî hovane îşkence li wan hatiye kirin û wisa fikirîne ku êdî qet ji vir dernakevin. Xelîl got ku, gotinên herî kirêt ji wî re hatine gotin û ji ber îşkenceyê ketiye tirsa mirinê. Xelîl da zanîn ku, ev kom di heman demê de talanê dike û bi zora çekan wesayîtên koçberan desteser dikin.
‘JI BER KU EZ KURT BÛM ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’
Xelîl bal kişand ku, koma Xalid Heyanî, hemwelatiyên kurd û ereb ên ku girtine rojê gelek caran di îşkenceyê re derbaz dikin û wiha dom kir: “Danûstendina wan a girtiyan re wekî ya rejîmê ye. Tu ferqek wan tune ye. Ji ber ku ez Kurdbûn îşkence li min kirin.”
PIŞTÎ ÎŞKENCEYÊ AVÊTIN SER RÊ
Xelîl destnîşan kir ku,piştî îşkenceya 3 rojan di 6’ê Nîsanê de endamên komê ew avêtiye Çerxerêya Duyem a Taxa Eşrefiyê û got ku, piştre ji vir çûye Taxa Şêxmeqsûd.
Li ser laşê Xelîl, şopên îşkenceyê yên ji aliyê koma çete ve hatine kirin bi awayek zelal têne dîtin.
Xalid Heyanî ku xwe wekî girêdayî Artêşa Azad nîşan dide, bi koma xwe re li Taxa Seken El-Şebabî bicih bûye û bi karên dizî, talan û xeracgirtinê tê nasîn. Di demên borî de jî ji xwediyên kargehan xerac distandin û yên ku xerac nedidan jî, bi şewitandina kargehên wan gef lê dikirin.