Li Helebê di şerê navbera rejîmê û komên çete de 37 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê, di şerê navbera hêzên rejîmê û komên çete de, 37 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku 11 ji van zarok in.
Li Helebê, di şerê navbera hêzên rejîmê û komên çete de, 37 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku 11 ji van zarok in.
Li taxên Bustan Başa, derdora Kela Heleb, derdora projeya 1070 malî, Şêx Seîd û başûrê El-Iwêje yên rojhilatî Helebê, di navbera komên çete yên koalîsyona Sûrî û rejîma Baas de şerekî dijwar diqewime.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, hêzên rejîma Baas û çekdarên girêdayî wan piştî şerê dijwar bi çeteyên Koalîsyonê re, herêma karegehên li derdora El-Iwêje û dibistana amadeyî ya çandiniyê bi dest xwe xistin. Di vî encama şer de ji her du aliyan 90 kes mirin.
Balafirên şerê ên rejîmê taxên Biedîn, El-Hilik, Saxor, Qatirjî, Kerem Terab, Miyser, Kelase, derdora taxa Zehra, Leyremon, Sikerî, Ferdos, Şêx Xidir, Kerem Tehan , Bustan Qeser û li bejahiya bakûrê Helebê gundên Awrem Mezin û Kefernaha bombebaran kirin.
Di encama bomberdûmanê de, 31 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku 9 ji van zarok in. Her wiha ziyanek mezin li malên welatiyan çêbû.
Ji aliyekî din ve jî çeteyên Koalîsyonê taxên di bin serweriya rejîma Baas de ne, topbaran kirin. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ku 2 jê zarok in.
Her wiha çeteyên Koalîsyonê duh taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin. Ji ber topbaranê ziyana madî li mal û milkên welatiyan bûn.