Li Helebê di navbera artêşa Azad û rejîma Baas de pevçûn

Li Helebê di navbera artêşa Azad û rejîma Baas de pevçûn

Li Heleb di navbera hêzên rejîma Baas û çekdarên Artêşa Azad de pevçûnên dijwar diqewimin. Di encamê de kuştî û birîndarên hêzên rejîma Baas çêbûne.

Li Herêma derdora Kastêlo, Çerxeriya Lêremûn ji saetên piştî nîvro ve pevçûn di navbera hêzên rejîma Baas û çekdarên Artêşa Azad de rû dan. Nûçegihanê ANHA’yê diyar kir ku, dema hêzên rejîmê xwest ku tabûreke leşkerî bîne Zindana Helebê ya navendî li herêma Kastêlo heta Çerxeriya Cendûl pevçûn di navbera wan û çekdarên Artêşa Azad de rû dan.

Di pevçûnan de hêzên rêjîma Baas çekên giran û balefiran bikar anîn û bi balefiran herêmê bombebaran dikin. Her wiha Çavkaniyên Artêşa Azad destnîşan kirin ku, gelek leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin û birîndarên wan çêbûne. Pevçûn hîn didomin.

Li aliyeke din hate hînbûn ku, li herêma Mislimiyê ya derdora Zindana Navendî ya Helebê pevçûn di navbera herdu aliyan de derketine. Hêzên rejîmê di pevçûnan de bombe û çekên giran bikaranîne. Ne hate hînbûn ka rewşa girtiyan çiye.

Navenda Çapememeniyê ya Lîwai Cebhet El-Ekrad, li Helenê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, di encama pevçûnên roja sêşemê li devera El-Ewarid a Şêxmeqsûd di navbera şervanên wan û hêzên rejîmê de rûdabûn 7 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin û wesayîteke îtfaî jî hatiye rûxandin.