Li Helebê 70 cenaze hatin dîtin
Li Helebê 70 cenaze hatin dîtin
Li Helebê 70 cenaze hatin dîtin
Li Sûriyeyê, li taxa Bistan Elqesir a Helebê 70 cenaze di çemê Qiwêq de, ji aliyê şêniyên taxê ve hatin dîtin.
Lê nayê zanîn ka ew cenaze yên kîne û ji aliyê kî ve hatine kuştin. Her wiha hate diyar kirin ku piraniya cenazeyan destên wan girêdayî bûne û bi guleyan hatine kuştin. Welatiyan bi alîkariya çekdarên Artêşa Azad cenaze birin nexweşxaneya Zerzûrî.
Di êrîşa balafirên rêjîma Sûriyeyê ya ser gundê Sifêr de jî 7 kes ji malekê, ji wan 4 zarok, bi giştî 8 kes hatin kuştin. Herwiha li Helebê pevçûnên di navbera Artêşa Azad û rêjîmê de dewam dikin.