Li Helebê 29 kes hatin kuştin

Li Helebê 29 kes hatin kuştin

Balafirên şer ên rêjîma Sûriyê, herêma Bab a Helebê bombebaran kirin û di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe jidest dan û 18 çekdar hatin kuştin. Pevçûnên li Helebê ku di navbera hêzên rêjîmê û komên çete rûdane didomin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin balafirên şer ên rêjîmê Sûka Sergritî ya herêma Bab a Helebê bombebaran kir. Hate gotin ku di encama bombebaranê de 6 sivîlan jiyana xwe jidest dane û 18 çekdar hatine kuştin. Li aliyê din li taxên kevin ên Helebê di navber hêzên rêjîmê û komên çekdar pevçûn dewam dikin. Hate hînbûn ku kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûne. Hêzên Rêjîmê herêma derdora lîwai 80 topbaran kir. Li gorî agahiyan ji ber topbaranê kuştî û birîndar çêbûne.

Pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û komên çete li herêmên Qestel El-Hecarîn a Heleba kevin bi dijwarî rûdan. Hate gotin ku kuştiyên herdû aliyan çêbûne û pevçûnên li taxa Raşîdeyên ku duh di saetên êvarê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê derketin hîn didomin. Tê gotin ku kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûne.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku li çerxeriya El-Zerzor a nêzî bajaroka Tadif a Helebê 2 cenaze hatin dîtin. Hate gotin ku herdû cenaze yên 2 endamên Lîwai El-Tewhyîd in. Her wiha bajaroka Dêr Hafir a Halebê rastî baombebarana balafirên rêjîmê hatin. Di vê bombebaranê de jî jinek û zaroka ku ji heman malê bûn jiyana xwe jidest dane.