Li Heindelbergê ji bo azadiya Ocalan bi hezaran îmze

Li Heindelbergê ji bo azadiya Ocalan bi hezaran îmze

Li bajarê Almanya Heidelbergê ciwnaên Kurd di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” de bi hezaran îmze berhev kirin. Ciwanan di çar rojan de bi hezaran îmze berhev kirin.

Kampanyaya îmzeya a ku ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî di îlona 2012 de hatibû destpêkirin, berdewam dike.

Li yek ji bajarên turîstîk û dîrokî yê Almanyayê Heidebergê ciwanên Kurd ji bo îmzeyan stand vekirin. Ciwanan li gel hewaya sar di çar rojan de bi hezaran îmze berhev kir..

Ciwanan dan diyarkirin ku ew ê ji bo azadiya Ocalan xebatên xwe bidomînin û dê li bajarên Almanyayê  Ludwigshafen, Worms, Bruchsal û careke din li Mannheimê stand vebikin.