Li Heftanînê tevgera hewayî, li Colemêrg û Muşê kemîn
Li Heftanînê tevgera hewayî, li Colemêrg û Muşê kemîn
Li Heftanînê tevgera hewayî, li Colemêrg û Muşê kemîn
Artêşa tirk li dijî gerîlayên HPG’ê taciz û tahrîkên xwe didomîne, bi balafirên şer re ji ser Heftanînê, firînên alçax dike û li Colemêrg û Muşê faliyetê kemînan dimeşîne.
Li gorî agahiyên HPG’ê dane, balafirên şer yên aydê artêşa tirk, di 30’ê tîrmehê de di navbera saetên 23.00-23.30’an de li ser Heftanînê firînên alçak pêk anîne.
HPG’ê da zanîn ku li Elkê ya Colemêrgê û li başûrê Muşê jî li hemberî gerîlayan faliyetên kemînan tê meşandin û wiha pê de çû: “Di navbera 29-30’ê tîrmehê de artêşa tirk di navbera Elkê û Tîgorê de li ser pirê û pira navbera Setkare kemîn danîne. Di 29’ê tîrmehê de saet di navbera 12.00 û 16.00’an de li Muşê faliyetê keşfê hatiye kirin. Her wiha li qadên Kara Hamza û Zengok faliyetê kemînê meşandiye.”