Li Hatayê polîsan êrîşî girseyê kir
Li Hatayê polîsan êrîşî girseyê kir
Li Hatayê polîsan êrîşî girseyê kir
Li Hatayê girseya ku xwest êrîşa polîsan a Taksîmê şermezar bike meşê pêk bîne, rastî êrîşa polîsan a ava şid hat.
Li qada Taksîmê bi rojanin girseya ku li dijî hilweşîn û xirab kirina Parka Gezî çalakiyan pêk tîne, her tim ji aliyê polîsan ve rastî êrîşa bombeya gazê tê. Polîs bê navber bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girsê dike û dixwaze girsê belav bike. Lê girseya ku bi biryar û israr li dijî polîsan di ber xwe dide û çalakiya xwe ya Qada Taksîmê berdewam dike.
Li Hatayê jî girseya ku xwest êrîşa polîsan a Taksîmê şermezar bike meşê pêk anî, rastî êrîşa polîsan hat. Girseya ku li Kolana Gunduzê yağ li taxa Armutluyê kom bû bi piştgiriya endamên CHP, Partiya Karkeran û TKP'ê dest bi meşêkir. Girseya ku dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan hat. Girseyê jî bi kevir û beran bersiv da polîsan. Pevçûna di navebar polîs û girseyê de li nava kolanan berdewam dike.