Li Hatayê di mîtînga 'Aştî'yê de alozî

Li Hatayê di mîtînga 'Aştî'yê de alozî

Di mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Hatayê de ji ber hin kesên ku dixwestin beşdarî mîtingê bibin alên Sûriyeyê û posterên Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad hilgirtibûn polîsan destûr neda derbasî qada mîtîngê bibin. Li ser vê yekê aloziyekê rû da. 

Bi hezaran hemwelatî ji bo beşdarî mîtînga ku wê bi pêşengiya saziyên civakên sivîl li Taxa Armutlu ya Hatayê bê lidarxistin bibin, li ber dibistanên Doguş kom bûn. Girseya ku dirûşmayên bi Kurdî, Erebî û Tirkî berz dikin dest bi meşê kirin. Rêveberên Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal û malbatên Abdullah Comert û Alî Îsmaîl Korkmaz ên di pêvajoya berxwedana Parka Gezî de ji aliyê polîsan ve hatin kuştin jî beşdarî meşê bûn. 

Li qada mîtîngê ku polîsan gelek tedbîr wergirtine, komekê ku alên Sûriyeyê û posterên Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad hilgirt, rastî mudaxeleya polîsan hat. Polîsan ku destûr nedan alên Sûriyeyê û posterên Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad derbasî qada mîtîngê bibin, bû sedema aloziyê. Kom hîn jî li ber nuqteya kontrolê rawestiyaye.