Li Hatayê di depoya mazotê de teqîn
Li Hatayê di depoya mazotê de teqîn
Li Hatayê di depoya mazotê de teqîn
Li gundê Taşina yê ser bi navçeya Hatay Alltûnozu, li depoyeke ku tê îdia kirin mazota "qeçax" tê firotin, teqînekê rû da. Di teqîna rûdayî de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Hurriyetê li gundê Tanişmayê, li ser îxbara mazota qeçax cendirmeyan di ser malê de girtin. Hate îdiakirin dema ku cendirmeyan di ser malê de girt, nîqaş derket û xwediyê malê agir bi depoya mazotê xist. Serokê Komeleya Alîkarîdayîn û Piştevaniya Civakî ya Tanişmayan Îlyas Bayraktar got, di bûyerê de 10 kes mirine, 4 kes jî birîndar bûne. Li gorî Haberturkê jî hêjmara miriyan 5’e.
Teqîna li depoyê, li dû êrişên 11'ê Gulanê yên li Reyhanliyê rû da ku di encamê de 51 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.