Li Hatayê 8 xwendekar hatin girtin
Li Hatayê 8 xwendekar bi sûcê “Propagandakirina rêxistinê” hatin girtin.
Li Hatayê 8 xwendekar bi sûcê “Propagandakirina rêxistinê” hatin girtin.
Di operasyona beriya niha de ku 13 roj berê bi ser xwendekarên Zanîgeha Mûstefa Kemel a Hatayê hatibû lidarxistin, 13 xwendekar hatibûn binçavkirin.
Piştî karûbarên li emniyetê û şûn de , 13 xwendekar sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî karûbarên li dozgeriyê bi sûcê “Propagandakirina rêxisinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji 13 xwendekarên ku sewqî dadgehê hatin kirin, 8 xwendekar hatin girtin, 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Navê xwendekarên ku hatin girtin wiha ne; Amed Kiran, Divan Dogan, “Mehmet Alî Kinik, Reşîd Akçan, Farûk Baglamiş, Ferît Bîçîcî, Omer Yildiz û Azad Demîr.