Li Harbiyeyê pevçûn
Li Harbiyeyê pevçûn
Li Harbiyeyê pevçûn
Bi hezaran kesên ku li Harbiyeyê ji bo protesto kirina êrîşa li ser berxwedana Parka Gezî ya Taksîmê kombûyîn, pevçûnên tund didomin.
Bi hezaran kes li Harbiyeyê kombûn û dest bi protesto kirina êrîşa polîsan ya li dijî berxwedana Parka Gezî ya Taksîme kirin. Girseya ku bend danîn, polîsan bibombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş kir. Girseyê bi kevir û fişekên hewayî bersiv da polîsan.
Hate ragihandin ku, di dema êrîşan de polîsan 4 endamên ESP’ê darp kirin û binçavkirin. Her wiha pevçûn bidijwarî berdewam dikin.
Weke din jî hate ragihandin ku, kesên birîndar yên rakirine Otela Dîvan polîsan bombeyên gazê avêtin hundir jî û gelek kesên din jî birîndar kirine.
Xebatkarên AKUT’ê bi tupên oksîjenê ketin otelê, mudaxeleyî birîndaran kirin. Birîndarên derxistin derve bi ambulansan radikin nexweşxaneyê.