Li Harbiyê, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir
Li Harbiyê, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir
Li Harbiyê, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir
Meşa endamên DÎSK’ê ku xwestin di çarçoveya greva giştî de bimeşin Taksîmê hat astengkirin. Piştî daxuyaniya li ber Otela Ramada polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê girseyê kir.
Sekreterê giştî yê DÎSKÎ Arzu Çerkezoglu, serokên giştî yên sendîkayên girêdayê DÎSK’ê, serokê Konseya Navenda TTB’ê Taner Goren, Parlamenterê CHP’ê Musa Çam û Suleyman Çelbî tevli çalakiyê bûn. Her wiha ESP, ODP, BDP, Eniya Gel, Malên Gel, Yekitiya Têkoşînê piştgirî dan çalakiyên.
Polîsan li ber Otela Ramada barîkat ava kirin û destur nedan meşê. Sendîkayên demekê sekinînin, li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Arzu Çerkezoglu daxuyanî xwend û berxwedêr silav kir û her wiha kesên jiyana xwe ji dest dabûn jî bibîranî. Çerkezoglu got dê têkoşîn xwe ya xwedî derketinê bidomînin.
Serokê gitşî yê TTB’ê Taner Goren jî daxuyaniya hevpar a çapemeniyê xwend.Goren xwest pêvajoya muzakereyê dest pê bike. Piştî daxuyaniya sendîkayan koma govend geran rastî êrîşa tund a polîsan hatin. Gengeşî didome.