Li Hannoverê konferans: Dewleta Elman di rêyeke taloke de ye
Li Elmanyayê di konferansê de hevkariya dewleta Elman û Tirk a li dijî Kurdan hate destnîşankirin.
Li Elmanyayê di konferansê de hevkariya dewleta Elman û Tirk a li dijî Kurdan hate destnîşankirin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê konferansek çêbû. Di konferansê de Arno-Jermanîe Faftîn ê ji Rêveberiya NCDK (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd) a Hannoverê axivî û got hikûmeta Elmanya Kurdan krîmînalîze dike.
Rêvebera NCKD-Hannoverê Ayfer Amara jî bal kişande ser zexta polîsên Elman ên li ser NCDK’ê û ev şermezar kir.
Parêzer Dundar Kelloglu jî got, divê dadgehên Elman nebin amûrê siyaseta hinekan û xwest ku qedexeyan rake.
Wezîra Berê ya Dadmendiyê Heîdrûn Merk jî got, "Kes nizane bê ka PKK çima hatiye qedexekirin, bi bîra kesî nayê û kes nizane" û bal kişande ser qedexeya li ser PKK’ê.
Merk diyar kir ku qedexeya li ser PKK’ê ya li Elman ji bo hemû Kurdan gefek e û got, "Dewleta Elman dibe amûra dewleta Tirk û di rêyeke taloke de ye."
Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer jî got, piştî ku li Elmanya rêxistiniya Kurdan zêde bûye, hevkariya dewleta Tirk a bi Elmanya re ya li dijî Kurdan zêde bûye.
Koçer bal kişande ser êrîşên polîsên Elman ên li dijî çalakiyên wan û rola Wezareta Navxwe bi bîr xist.
Koçer got, "Di çalakiya kondanînê ya Stûttgarê de Erdogan li provakatoran digere û wan pîroz dike. Mizgeftên Tirkan DÎTÎB mêjiyê mirovan dilewitînin."