Li Hannoverê ji bo piştgiriya HDP’ê platform hat avakirin
Li Hannoverê Platforma Piştevaniya bi HDP’ê re hat avakirin û ji bo Hilbijartinên Giştî dest bi xebatan hat kirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê saziyên sosyalîst-şoreşger ên Kurdistanî û Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên Giştî yên 7’ê Hezîranê bi armanca piştgiriya bo HDP’ê civînek pêk anîn.
Saziyên weke ATÎK, DÎDF, ATÎF, ASM, NAV-DEM, YMK, TJK/E, YXX, YK tevli civînê bûn û Platforma Piştevaniya HDP’ê re hat avakirin.
Di civînê de koordînasyoneke ji 15 kesî pêk dihat hat diyarkirin. Koordînasyon wê ji bo HDP’ê bixebite û dengan bixwaze.
BIRYAR
Di civînê de biyar hat girtin ku li Hannoverê buroya îrtîbata hilbijartinê bê vekirin; civînên gel bên rêxistinkirin; ji her saziyê kesên ku xebatên hilbijartinê dimeşînin bên diyarkirin û van bi awayekî komîsyona biryargirtinê rêxistin bike; komîsyonên binî jî herî dereng heta hefteyekê bên avakirin.
Her wiha hat gotin ku kesên ku xebatê dimeşînin divê girîngiyê bidin usluba xîtabkirina gel û divê ji ser çapemeniya civakî agahdarî bê kirin.