Li Hannoverê çalakiya ‘em edaletê dixwazin’

Li Hannoverê çalakiya ‘em edaletê dixwazin’

Li bajarê Hannover a Almanyayê li ber sefaretxaneya Fransayê îro di saetê sibê de bi armanca ku kujerên her sê siyasetmedarên Kurd ên di 9’ê çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin derkevin holê çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’ pêk hat.

Kurd û dostên Kurdan li Hannover li ber sefaretxaneya Fransayê ji ber ku her rojên Çarşemê çalakiya ‘em edaletê dixwazin’ pêk dianîn, lê ji ber girtîbû êdî rojên Pêncşemê pêk tê.

Di çalakiyê de belavokên ku daxwaza edaletê dihat kirin hatin belavkirin. Di çalakiya posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê siyasetmedarên Kurd ên jin hatin vekirin de, girse piştî daxuyaniyê belav bû.