Li Hannoverê çalakiya; Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan roja Şemiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî çalakî li dar xistin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan roja Şemiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî çalakî li dar xistin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Kurdistanî û dostên wan bi şiyara "Azadî ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re" roja Şemiyê meşiyan.
Bi qasî 500 kesên ji bajarên Hîldesheîm, Peîne, Braûnschweîg, Salzgîtter, Wolfsbûrg, Nîenbûrg, Hameln, Gîfhorn, Celle û Walsrodeyê hatin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme qîriyan û belavok belav kirin.
Li Ernst-Aûgûst-Platzê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hate girtin û piştre meşê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Em ji yana Ocalan bi guman in", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Abdullah Ocalan nûnerê sereke yê Kurdan e, azadiya wî azadiya me ye", "Azadiya Abdullah Ocalan misogeriya azadî, aştî, demokrasî û mirovahiyê ye", "Serî hilde" û alên TEV-DEM'ê hatin vekirin.
Di meşê de bi sernavê "Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û demokratîkbûna Rojhilata Navîn em piştgiriya bi têkoşîna Kurdan re xurt bikin, li dijî faşîzmê têbikoşin" hatin belavkirin.
Li kolana Steîntorplatzê, polîsan dest li jin û ciwanên ku flamayên bi nivîsa "Azadî ji Abdullah Ocalan re" werdan û ji ber vê yekê alozî derket. Piştî nîqaşa bi polîsan re çalakiyê dewam kir.
Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer li çalakiyê axivî û nerazîbûn nîşanî mejiyê qedexekar ê dewleta Elman ê li dijî Kurdan da.
Çalakî bi axaftinên li Meydana Bahnhofplatzê ya Hannoverê qediya.