Li Hannoverê bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ Newroz hate pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan ên ji gelemperiya Elmanyayê berê xwe dan Hannoverê, Newroz bi coş pîroz kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên di saetên sibê de berê xwe dan Nannoverê, bi renên kes û sor ji du baskan ve ber bi Qada Newrozê ve herikîn û bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Efrînê” meşiyan.

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên bi armanca pîrozkirina Newrozê berê xwe dan bajarê Hannover ê Elmanyayê bi rengên Kesk û Sor ji du baskan ve dest bi meşê kirin, li qada mîtîngê Opern Platzê gihîştin hev. Baskê Sor tevî hewldanên polîsan jî meşa xwe domandin û hewldana polîsan vala derxist.

Di destê Kurdistanî û dostên wan de alên YPG/YPJ’ê hebû û bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Kujer Erdogan”, “Bijî YPG/YPJ” û dowîzên bi nivîsên “Panzerên Elmanya ji Kurdistan û Efrînê bicehenime” bilind kirin û Berxwedana Serdemê silav kirin.

BÊDENGÎ HATE ŞERMEZARKIRIN, DAXWAZA SEKINANDINA ÊRÎŞAN HATE KIRIN

Piştî Sirûda Herne Pêş hate xwendin û şûnde li ser navê Partiya Çep (Die Linke) Hevserok Bernd Rixenger û li ser navê eyalet û ferdaraliya partiya çep û hevserokên NAV-DEM’ê Tahîr Koçer, Ayten Kaplan axivîn. Di axaftinan de li dijî qetlîam û êrîşên qirker û dagirker ên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Efrînê bêdengiya dewletên Ewropa hate şermezarkirin, daxwaza lezgîn a sekinandina êrîşan hate kirin.

Piştî axaftina koroya TEV-ÇAND’ê derket ser dikê.

Hevseroka HDP’ê Perwîn Bûldan a di pîrozbahiya Newrozê de axivî wiha got: “Îro li ser gelê Kurd qetlîam tên kirin. Li ser erdnîgayiya welatê me li dijî zilmê, ji bo parastina rûmeta xwe, têkoşîna mirovahiyê tê kirin, li dijî têkoşîna azadî û wekheviyê her cûre zilm û êşkence lê tê kirin.

Li dijî êrîşên qirker û talanker DYA û welatên Ewropa bêdeniya xwe dom dikin. Weke qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin. Weke ku çawa Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Şirnex hate hilweşandin. Çawa ku mîna Roboskiyê 34 mirov hatin qetilkirin. Niha jî heman qetlîamê li Efrînê dike. Li Efrînê sivîl tên qetilkirin. Li Efrînê zarok tên qetilkirin, welatên Ewropa bêdenin.

Bûldan destnîşan kir ku Kurd ji bo parastina rûmeta xwe û azadiya gelê xwe wê hata dawî li ber xwe bide. Bûldan wiha dom kir: “Her kes bila vê yekê baş bizane gelê Kurd vîna xwe radest nake. Gelê Kurd têkoşîna rûmeta xwe radest nake. Îro Kurd li her devera cîhanê li ser lingan e.

Bûldan a bang li hikûmeta Elman kir wiha got: “Hikûmeta Elman bi hevkariya xwe ya li gel Tirkiyeyê zextê li saziyên Kurdistanî dike. Îro ji bo pîrozbahiya Newrozê bi neçarî destûr hate dayîn. Gelê Kurd xwedî rûmetekî wisa ye ku têkoşîna xwe nake qûrbanî planên kirêt. Bang li hikûmeta Elman dikim ku çavê xwe li daxwazên mafdar ên gelê Kurd negire. Li qetilkirina sivîlên li Efrînê temaşe nekin.

Bûldan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em yek tenê jî bimînin dev ji doza xwe ya têkoşîna azadiyê bernadin. Weke HDP’ê ji bo pêwîstiya azadî, wekhevî û aştiya Tirkiyeyê em ê têkoşîna xwe dom bikin.”