Li Hannover û Frankfûrtê çalakiya "Dest nede parlamenterên min"

Li bajarên Frankfûrt û Hannoverê yên Elmanyayê, hewldana tesfiyeyê ya ku AKP/Qesr dixwaze di bin navê 'rakirina destnedanê' de bikin, hat şermezarkirin.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, bi dirûşma "Dest nede vîna gel û dest nede parlamenterên min" hat lidarxistin. Çalakî, bi armanca şermezarkirina hewldana tesfiyekirina HDP'ê li ber Konsolosxaneya Tirk hat lidarxistin.

Endamê Navenda Civaka Demokratîk Mehmet Emîn Yildiz li çalakiyê axivî, pêvajoya DEP'ê bibîr xist û got, "Kurd êdî Kurdên berê nînin."

Yildiz her wiha banga kombûna di bin sîwanê HDK Ewropayê de kir.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê jî li ser banga HDK Ewropayê, girseya gel li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan. Çalakî bi dirûşma "Dest nede parlamenterên min, dest nede vîna min" hat lidarxistin û bi qasî 200 kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Piştî axaftinên li vê derê, çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî HDP", "Kujer Erdogan", "Faşîst TC" bi dawî bû.

...