Li Hambûrgê şer dijwar bû
Xwepêşandanên protestoyên G20’an dewam dike. Xwepêşanderên ku îro dest bi çalakiyên bêîtihatiya sivîl kirin, di nava rojê de dem bi dem şer qewimîn. Bi şevê re li ser êrîşên polîsan re xwepêşandaran jî bersiv da.
Xwepêşandanên protestoyên G20’an dewam dike. Xwepêşanderên ku îro dest bi çalakiyên bêîtihatiya sivîl kirin, di nava rojê de dem bi dem şer qewimîn. Bi şevê re li ser êrîşên polîsan re xwepêşandaran jî bersiv da.
Li Hambûrgê çalakiyên hefteyekê ku li dijî Lûtkeya G20’an a ku ji vê sibehê ve destpê kirî, dewam dikin. Pêngava yekem a yek ji sê tewerên bingehîn ên çalakiyên hefeteykê çalakiyên bêîtihaitya sivîl ku vê sibehê destpê kir. Çalakiyên vê sibehê bi bêîtihatiya sivîl re destpê kir, di nava rojê de li ser mudaxeleyên polîsan dem bi dem şer qewimîn.
Li Hambûrga di tevahî rojê de li xwepêşandan hebû, bi saetên şevê re li Semta Sternschanze şer qewimî. Li ser êrîşa polîsan xwepêşanderan jî bersiv da û şer derket. Di xwepêşandana bend hatin danîn û agir hate pêxistin de heta niha hejmara birîndar û binçaviyan nayê zanîn.
Li aliyê din ji aliyê polîsên Hambûrgê ve hate diyarkirin ku di xwepêşandanên li dijî Lûtkeya G20’an a tevahiya rojê de hejmara xwepşandaran derdorî 100 hezrana bû.
Îro di saetên sibehê de di gelek xwepêşandanan de li semtên û herêmên sor ên ku Lûtkeya G20’an lê tê kirin bi çalakiyên bêîtihatiya sivîl rawestana wê bal kişand.
Lê di xwepêşandanên duh şev de 15 wesayît, otobusek a şaredariyê hatin şewitandin, bi dehan kes hatin binçavkirin û birîndarkirin.
Di van saetan de jî li deh hezar kesên li St. Paûlî kom bûne, xwe ji meşê re amade dikin.